ANA SAYFA İLETİŞİM BİLGİLERİ BAĞLANTILAR SİTE HARİTASI E-POSTA GİRİŞİ ÜYE GİRİŞİ TMMOB
eski.mmo.org.tr ENGLISH
AKM ML MK EKM

07 Mayıs 2024 Salı    

EİM-MEDAK MİEM PBK
ŞUBE GİRİŞ SAYFASI

 ŞUBEMİZDE OKUMA GÜNÜ ETKİNLİĞİ DÜZENLENDİ

    Yayına Giriş Tarihi: 01.06.2016  Güncellenme Zamanı: 01.06.2016 18:56:33  Yayınlayan Birim: DİYARBAKIR ŞUBE  
 

Güncellenme Zamanı: 01.06.2016 18:53:11

Sosyal etkinliklerimiz kapsamında Üyelerimiz M. Emin Tümür ve Suat Yavuzun katılımıyla şubemizde Okuma günü etkinliği düzenlendi.

31 Mayıs 2016 tarihinde düzenlenen ilk Okuma etkinliğinde, Renas Jiyan`ın Ji Şevé Re adlı kitabından "Serbestî" adlı yazı okundu. Kürtçe dilinin gelişimi ve Serbestî yazısının konusu üzerinde sohbet havasında değerlendirmeler yapılarak etkinlik son buldu.

 

SERBESTÎ

Serbestî, kirûyeke sosyolojîk e. Mirov gava ku li xwezayê bi tena serê xwe be,ji  ber ku kesekî ku wê wî bieciqîne tune be, di her hal û karî de ew ê serbest be. Koletî, ji avabûna kom an jî cêza însanan û bi wir ve dest pê kiriye. Ji lew re mirovê ku ji sedî sed  serbestîxwaz be divê antî-sosyolojîk be, ango divê ew û civakê ji hevdu qetiyayî bin. Tenêtiya însên a li xwezayê ya bi tena serê xwe, erê ji wî însanî re serbestiyeke bêsînor peyda dike, lê îcar destê wî û yê xwezayê dixe pêxîla hevdu û têkoşîna wî û ya xwezayê dest pê dike. Û ev şerrê hanê jî weha pirr ne hêsan e, jana vî şerrî jî ne kêmî ya şerrê di navbera însanan de ye. Komên mirovan li ser tifaqa li hemberî xwezayî tên cem hev, lê di dawiyê de ev kom xwe bi xwe bi hev dikevin. Ew tên cem hev ji bo ku li hemberî serdestiya xwezayê derkevin, lê xweza zora wan dibe û dibe sedema pevçûna wan a bi hev re.

Sedema koletiyê ya sereke "birçîbûn" e, Ji koletiya însên, an jî ji ya xwezayê, mirov hertim tercîha xwe li aliyê koletiya xwezayê datîne. Ji ber ku xweza dikare wî têr bike, lê însan na. Ji ber ku xweza ji însanê din bi gellekî birahmtir û xurttir e, lê însan na…

Lê ya baş di navbera însanan de hebûna konsensusekê an jî peymaneke civakî ye. Weke mînak; "Îstîklâl Marşi" bi Kurdî bihata xwendin, nêrîna mirovên li herêmê teqez wê cudatir bûya û hwd.

Ji ber ku serbestî kirûyeke sosyolojîk e û ji ber ku sosyolojî jî bi ekonomiyê ve gellekî têkildar e, bandora ekonomiyê ya li ser serbestiyê heye û pirr e. Lê ev ne weke ku Z. Bauman dibêje, kesên bêekonomî an jî kesên feqîr giş kole ne. Carinan civakên feqîr ên birûmet  ji ber ku xemên wan ên berjewendiyî tune ne, dikarin ji civakên dewlemend ên angajeyî qezenc û xwarinê serbestir bin.

Ji bo bimahnekirina serbestiyê, formulasyoneke entelektuweliyê nikare hebe; ji ber ku serbestî, ajoyeke heywanî ye, daxwazeke bejî ye. Mirovê mirov, ji roja ku bi bîr dibe û wir de serbestî diqute dilê wi. Tukes biqasî ku xwe ji serbestiyê bişo ne ewqasî xurt û mêr e. Serbestî qederek e. Xwezayek e. Straneke ku ji nişkê ve dikeve ser zimanê mirovî ku tucarî hew dikare bi rehetî dev jê berde. Serbestî, biryareke bêmahne, lê di  heman demê de, di jiyana însên de teseliya herî hêja ye.

Tukes heta niha di serbestiya xwe de nebuhuriye. Dev ji kesan berdin heta niha tu heywan di serbestiya xwe de nebuhuriye. Heywanê hundirê qefesê kengî keysê pê bixe wê hewl bide ku xwe ji hêsirtiya hundirê qefesê xelas bike. Tukes nikare xwe li ber pêlên şêraniya serbestiyê bigire. Tu guh gava ku bibihîse nikare xwe li ber dengê serbestiyê bel neke. Her kes an jî gel, teqez, rojekê serbest dibe. Ji serbestiya mirov an jî gelekî gumankirin, biqasî derewderxistina mirinê hesabekî şaş e. Her însan hêsîrê serbestiya xwe ye. Ji xeyni serbestiyê tu çareya însên tune ye. Tu desthilatdarî, zilm, zor, tanq, Apaçî û Bîksî nikare xwe li ber pêla serbestiyê bigire.

Mirovê ne kole, nayê wateya ku serbest e; ji ber ku rewşên nêzîkî koletiyê yên weke hêsîrtî, bindestî û girtîtiyê jî hene. Bi tenê koletî dijbera serbestiyê ya giştî û tûj e, lê li aliyê din hêsîrtî, bindestî û girtîtî jî ji ber ku wersiyonên koletiyê ne dikarin di heman çarçoveyê de bên nirxandin; ancax ji ber ku ev diyarde di hundirê xwe de hinek kurtêlên serbestiyê dihundirînin carinan dikarin bibin sedema xwexapandina xwediyê xwe.

Kesê/a ku di jiyanê de ji hemû mafên xwe mahrûm û di asta mal û alavê de tê kirrîn û tê firotin û ji sedî sed angajeyî xwediyê xwe an jî "xurt"ê xwe, di statuya koletiyê de ye. Ango Xwedê ji însên re çibe, xwedî jî ji koleyî re ew e. Kole, bêyi destûra xwedî an jî ezbeniyê xwe nikare serê xwe bixwirîne an jî bibêje, "ez Misilman im". Kole ne kirde (suje), bireser (obje) e; bireserê ku gava ku dilê xwediyê bixwaze dikara wî bifiroşe, biavêje, bişikîne, biêşine û bikuje. Erê ev tarîfa koletiyê ye lê gava ku mirov hinekî zorê bide wateya hêsîrtî, bindestî û girtîtiyê, ew jî dikarin divê tarîfê de cih bigirin; lê ligel hertiştî dîsa jî ferga wan ji hevdu heye.

 Kole û bindest li gorî girtî û hêsîrî bêtir neyînî û bêrûmet in; ji ber ku hêsîr û girtî piştî şerrekî an jî têkoşîneke bi "xurt"î re, dadikevin asta hêsîrtî û girtîtiye . Ango berî bi şerrê xwe yê bi xurtan re hêsir û girtî jî weke xurtê xwe serbest bûn; û heger wan şerrê xwe winda nekira ew dikarîbûn hîn jî serbest bûna.

Koleti û bindestî li gorî hêsîrtî û girtîtiyê wan bêtir sosyolojîk û ontolojîk e; û  hêsîrtî û girtîtî jî li gorî wan bêtir polîtîk e. Weke hebûn, koleyek an jî bindestek dikare kole an jî bindest ji dêya xwe çêbibe; lê hêsîr û girtiyek tucarî na. Hesîr û girtî ji ber ku pêvajo di aleyhê wan de şixuliye ketine wê rewşê.

 Nuansa di navbera kole û bindesekî de bêtir hebûn û maf in. Bindestek  ji koleyekî hebekî serbestir û heyîtir e. Koleyek nikare bibêje, "ez Misilman im." Lê bindestek hem dikare bibêje, "ez Misilman im" û hem jî carinan dikare bibêje, "ez Kurd û her wekî din im".

Nuansa di navbera hêsîr û girtiyekî de jî psîkolojî û bawerî ye. Li gorî hêsîrekî girtiyek ji bo ku dîsa serbest bibe bêtir bibawer û bimoral e. 

Di sinifandina serbestiyê de kole li qonaxa herî jêr û girti jî li qonaxa herî jor e, bindest û hêsîr jî li gorî sinifa xwe, navîn in û bindesti betir nêzîkî koletiyê û hêsîrtî jî bêtir nêzîkî girtîtiyê ye.

Sedema koletî û wersiyonên wê "stûxwarî" û xelasiyê jê jî "serhildan" e. Tu koleyê stûxwar heta ku serê xwe rast neke û hilnede nikare ji koletî û ji wersiyonên wê xelas bibe.

Koletî jî –heger bi awayekê mecbûrî be jî-, ew jî weke serbestiyê di dawiyê de tercîheke mirovî ye; ji ber ku heger mirov pê ne qayîl be, mirin jî di nav de dikare hemû xisar û maliyetê bide ber çavê xwe û ji bo serbestiya xwe şerr bike.

Du tiştên gellekî girîng ên xelasiya ji koletî û ji wersiyonên wê hene; yek jê "hiş-yarî " û ya din jî "mêranî" ye.

Mirovê alîgirê koletîxwaziyê, ji bo ku mirovên li derveyî xwe bielimîne îteat an jî koletiya xwe, ewil wan dike kole an jî "qûl"ên Xwedê û bi dû re weke kole an jî qûl li xwe dibanîne. Jixwe mirovê ku ewil  bi koletiya xwezayê li koletiyê  germbûyî, bi qonaxa duyem a koletiya Xwedê êdi tam dikeve nav lepê koletiya mirovî.

Weke çawa koletî an jî qûltiya mirovekî an jî kom û çînekê nayê qebûlkirin divê koletî an jî kom û çînekê nayê qebûlkirin divê  koletî an jî qûltiya Xwedê jî neyê qebûlkirin. Divê mirov nebe kole an jî qûlê Xwedê, divê mirov bibe "serbestê Xwedê" an jî ‘`hezkiriyê  Xwedê``.  Jixwe xwedê mirov nekiriye qûlê xwe, mirov xwe kiriye qulê Xwedê. Mirov kengî tişt an jî heyîneke ji xwe xurttir û mezintir dîtiye ji tirsa canê xwe weke kole xwe pê ve zeliqandiye. Ango ne ku tiştê mezin xwestiye ku ew bibe koleyê wî û koletiya yê din pêk hatiye, ji ber ku tiştê biçûk tirsiyaye û ji mirinê veciniqiye xwe kiriye koleyê tiştê mezin. Mirovê ku nikaribe bi awayekî "serbest" derkeve hizûra Xwedê kengî jê re li hev bê û keysê pê bixe ne mimkûn e ku Xwedê nexapîne, ji lew re li dinyayê tiştê ku herî pirr tê xapandin Xwedê ye. Ma xweza xwedî-îrade an jî xwedî-nefs e ku dixwaze însanan bike koleyên xwe ku însan bûne koleyên wê? Na. Ji ber ku însan neşiyaye pê û xurtbûna wê pelçiqandina însên aniye bîra wî, wî xwe kiriye koleyê wê.

Koletî jî weke serbestiyê ji ewil de di cewherê însên de heye. An însan bi hişê xwe û bi dîlê xwe zora tirsê dibe û xwe serbest dike, an jî di biniya tirsa xwe de dipelçiqe û kole dimîne. Lê teqez rojek tê û her însan zora tirsa xwe dibe; ji ber ku bi çavê serê xwe dibîne ku bi awayekî xwezayî roj bi roj nêzîkî mirinê dibe û piştî qederekê, pê dihise ku serî Hilde jî hilnede jî wê mirin wî bikuje; ji lew re dev ji koletiya ku tahm kiriye berdide û ji bo serbestiya ku tahm nekiriye dest bi xebatê dike.

Heger pêwist be ew jî dikare bê kirin lê ji bo serbestiya xwe mirin, kirineke klîşe ye û ne di cih de ye; ji ber ku gava ku yê serbestîxwaz bimire kesê ku wê serbestiyê bijî li holê namîne. Ne mirin lê ji bo serbestiya xwe kuştin betîr di cih de ye, herweha kesê ku mirinê heq dike ne yê serbestî-xwaz e, yê serbestî-ne-xwaz e.

Ji ber ku mirov li mirinê difikire û ne "bextewar" dibe û bi xêra bidestxistina serbestiyê, hêvî dike ku wê "bextewar" bibe  li serbestiyê "sor" dibe. Gava ku di berdewamiya emrê wî de mirin tê bîra wî û emrekî ku giş bi koletiyê desbasbûyî bêhna wî diçikîne, ji serbestiyê baştir tu xebata din nabîne. Serbestî ji mirovî re ne armanc e, bi têne rêya biêş a bidestxistina "bextewarî" yê ye. Mirov ji ber ku texmîn dike ku pîştî serbestiyê wê bextewar bibe serbestiyê dixwaze. Lê ne bi tenê bextewarî, divê mirov ji bo serbestbûnê, niqurçandinê "rûmet"e jî ji bîr neke.

Heta ku mirov bi dîroke re nekeve diyalogê û heta ku mirov serdestê xwe ji xwe çêtir bibîne dûrî peravên serbestiyê ye.

 Rénas Jiyan

Ji pîrtûka wî   "Ji Şevê Re"

Güncellenme Zamanı: 01.06.2016 18:53:42

Diyarbakır Şube Kaynaklı Haberler »

01.06.2016 tarihinden itibaren 1047 defa okunmuştur.

 

ŞUBE İÇERİĞİ

ÇEVRE ANALİZLERİ YETERLİLİK BELGESİ
BİLGİ EDİNME BAŞVURUSU
SIKÇA SORULAN SORULAR
 

TMMOB MAKİNA MÜHENDİSLER ODASI DİYARBAKIR ŞUBE
EKİNCİLER CAD. KALENDER PLAZA KAT:9 NO:15-16 OFİS / DİYARBAKIR 21100 YENİŞEHİR - DİYARBAKIR
TEL: (+90) 412 2246447   FAKS: (+90) 412 2245864
e-POSTA:

SAYFA ÜSTÜ
ÖNCEKİ SAYFA

COPYRIGHT © 2024 TMMOB MAKİNA MÜHENDİSLERİ ODASI
MEŞRUTİYET CADDESİ No:19 KAT:6-7-8 KIZILAY / ANKARA
TEL: 0850 495 0 666   FAKS:(+90) 312 417 86 21
E-POSTA:

Key İnternet Hizmetleri